PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi rizgarkirina Baxozê re herêma dawî ya DAIŞê li rojhilatê Sûriyê bi temamî kontrol kir û serkeftina xwe ragihand.
Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mistefa Balî li ser hesabê twitterê ragihand, “Baxoz hat rizgarkirin û serkeftina leşkerî bi ser DAIŞê de hat.”
Mistefa Balî ev serkeftin diyarî hemû malbatên şehîdan û birîndaran kir û got: “Bi qubanîdana wan lehengan ev serkeftin pêk hat.”
Balî got, “Piştî çend salan ji dana qurbaniyên giran, mizgîniya nemana dewleta xîlafetê didin û soza berdewamiya şer û dûvçûna li dû çekdarên revyayî heta serketina yekcarî didin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin