Ji Fuat Onen peyama spasiyê: Tehdîd ezma me xurttir dike
PeyamaKurd – Siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Fuat Onen ku du roj berê li Stenbolê bi sedema parvekirin û nirxandinên xwe yên li ser Kurd û Kurdistanê hatibû binçavkirin, piştî ku doh 6ê sibatê bi mercê kontrola edlî hat berdan peyameke spasiyê belav kir.
Onen di peyama xwe ya ku li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye de spasiya piştgirîya jê re hatiye kirin dike û dibêje ku ew di hizr û nêrînên xwe de paşde gav navêje.
Fuat Onen got, “Serxwebûnxwazî rêça meye û xîreta meye. Tehdîdên bi vî rengî tenha ezma me xurttir dike. Ev soza meye ji dostan re ú bersîva meye ji neyaran re.
Dubare sipas û daxwaza serkeftinê.”
Peyama Onen a spasiyê wiha ye:
“Sipasdarî!
Ev du roje dewleta tirkîyê li gor hiqûqa xwe ya dagirker ez berdest kirim. Dûre bi şerdê ku ez di hefteyê de 3 caran biçim qereqolên wan ez derdest kirim. Em hev du dinasin û kiryarên wan bi me ne xerîb in. Dijminatî bê minetî ye.
Di vê pêvajoyê de çi li Kurdistanê çi li derveyî Kurdistanê piştgirîyeke xurt hat nîşandan. Ev bû sedem ku min tewqîf nekin. Ev piştgirî ji bo min pir girîng bû û dîsa ji bo min cîyê serbilnidîyê ye. Sipasdarê dost,heval û welatparêzên Kurdistanê me.
Serxwebûnxwazî rêça meye û xîreta meye. Tehdîdên bi vî rengî tenha ezma me xurttir dike. Ev soza meye ji dostan re ú bersîva meye ji neyaran re.
Dubare sipas û daxwaza serkeftinê.
Fuat Önen
Têbînî: tlf.a min û hesabê min î facebookê di destê dewletê deye. Lê dixebitim ku çareser bikim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin