PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 5ê Mijdarê di panela Dîdara MERI de, li Hewlêrê gotarek pêşkeş kir.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê û got, dilê her kurdekî ji vê rewşa niha ya Kurdan li Rojava diêşe.
Nêçîrvan Barzanî herwiha anî ziman ku ew derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de gelek caran bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî re axiviyê û ew tiştên pêwîst ji wî re gotine.
Nêçîrvan Barzanî got: “Em ji wan hêzan dilgiran in ku bi Tirkiyê re ne, ji ber ku me li Efrînê dît ku çi tiştên xirab rû dan. Kurdên Sûriyê ne tenê ji bo xwe, di heman demê de ji bo gelên herêmê jî li dijî terorê şer kirin.”
Barzanî diyar kir ku destpêkê pirsgirêka Tirkiyê bi Kurdên Sûriyê re nebû, lê bi eşkere digotin, ku pirsgirêka wan bi PKKê re heye û wiha domand:
“Rayedarên Tirkiyê digotin, ew alên PKKê li ser sînorê xwe qebûl nakin. Me jî ji birayên xwe yên Kurd re got, ku ew yek xetereke pir mezin e.”
Serokê Herêma Kurdistanê got ku wî gelek caran derbarê mijarên têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistanê de bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî re axiviye û daxwazên General Mazlûm Kobanî gihandine Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî.
Barzanî anî ziman: “PKKê hewl da rewşa li Sûriyê û gelê Kurd ji bo rewatiya xwe bikar bîne. Tirkiyê jî ji PYDê re got ku ew wê helwestê qebûl nakin.”
Li ser pirsa Kurd li Tirkiyê jî Barzanî got ku ew di wê baweriyê de ne, pirsa Kurd bi tundûtujîyê nayê çareserkirin û di vî warî de ezmûna wan bixwe heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin