PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî seredana Bexdayê kir û 2 rojan li Bexdayê têkiliyan meşand, dageriya Kurdistanê û got ku gera wî ya Bexdayê bi serkeftî û berhemdar derbas bûye.
Barzanî, li Bexdayê bi temamê lîderên siyasî re hevdîtina kir û got ku wê bi temamî destekê bidin serokwezîrê nû. Di hevdîtinan de, li ser rewşa siyasî ya ku Iraq tê de ye, ewlehî û zahmetiyên aborî rawestiyane û ji bo astengiyên navborî çareser bikin behsa pêwistiya hevkariyê kiriye. Barzanî li ser ewlehiyê peyamekî zelal daye û gotiye:
“Di hevdîtinan de me got divê çek di kontrola dewletê de bin û em li ser çareseriya encama krîza li herêmê ya aboriyê rawestiyan. Divê Iraq ji şerê li herêmê dûr bisekine û welatên herêmê di bin ewlehiyê de bin.
Me, bi hevkarên xwe re, li ser avakirina hukumeta nû ya Bexdayê dan û sitendinan kir. Bi armanca ku em ji bo xelkê Iraqê îstîqrar, pêşdeçûn û geşepêdanê bikin, me desteka xwe ji bo serokwezîrê nû ragihand.”
Peyama serokê Herêma Kurdistanê ya Nêçîrvan Barzanî bi temamî wehaye:
“Îro tişta me li Bexdayê kir, me ziyareta xwe bi temamê havkariyan re, kesayetiyên netewî û bi hevkarên xwe re kir, seredana me serkeftî û baş derbas bû. Me behsa pêwdiviya zahmetiyên ewlehiyê, aborî û netewî kir û me got divê em bi wan re rû bi rû bibin û koordinasyonê bikin.
Di nav wan de, divê çek di bin kontrola dewletê de bin û bi sedema krîza di herêmê de ku bandora wê digihê me, divê bilez ji wan re çareserî bên dîtin. Ji bo ewlehiya dewletên herêmê bê garantîkirin, pêdiviye ku em ji şerê li herêmê dûr bisekinin.
Me bi hevkarên xwe re li ser avakirina hukumeta nû xeber da. Ji bo serokwezîrê nû karibe Iraqê û xelkê wê bixe nav îstîqrarê, pêşdeçûnê bike û xebatê bixe asta geşepêdanê, me desteka xwe jê re ragihand.
Ji bo pêşwaziya germ ya ji bo berjewendiyên Iraqê, mêvanperwerî, diyaloga bi erênê û xweşbînî, em sipasiya xwe radigihînin.”