YE: Îsraîl birçûbûnê wek çek bi kar tîne

YE: Îsraîl birçûbûnê wek çek bi kar tîne

PeyamaKurd - Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell diyar kir ku Îsraîl li Xezzeyê birçîbûnê wek çek bi kar tîne.

Borrell nebûna têr alîkariya xwarinê ya ji herêmê re wekî "karesatek çêkirî" bi nav kir û di vê babetê de Îsraîlê bi tundî rexne kir.

Tevî ku keştiyeke Îspanyolî ya ku alîkariyê dibire Xezeyê vê hefteyê ji Qibrisê bi barekî 200 ton erzaq bi rê ket jî, Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku alîkariya bi rêya deryay3e nikare şûna alîkariyên ku ji bejayî ve têne kirin.

Rêya herî bilez û bi bandor a alîkariyên mirovî yên derbazî Xezzeyê dibin, rêya bejayî ye, lê belê rêxistinên alîkariyê radigihînin ku ji ber qedexekariya Îsraîlê, tenê beşeke biçûk a alîkariyên pêwîst dikarin derbazî herêmê bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin