Biryara ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo vekişandina ji Rojavayê Kurdistanê dabû hê jî tê nîqaş kirin û şermezarkirin. Xiyaneta ku Trump li Kurdan kir û rê da ku dewleta Tirk beşek ji Rojavayê Kurdistanê dagîr bike, ne tenê ziyanê digihîne Kurdan lê herweha ziyanê dide Amerîka û hevpeymanên wê jî. Xiyaneta ku Trump li Kurdan kir di qada navnetewî de bêbawerîya bi Amerîkayê zêdetir kir û siyaseta Trump li dijî berjewendîyên Amerîkayê tê nirxandin.
Di Defense One de bi navê Jerry Meyer gotarek hat belavkirin û Meyer bal dikşîne ser wê yekê ku xiyaneta bi Kurdan re misyona Amerîkayê lawaz dike û bi vê biryarê re êdî wê li seranserê cîhanê şêwirmend û hêzên şer ên Amerîkayê nikaribin alîkarîyê ji hevkar û hevpeymanên xwe bistînin.
Jerry Meyer, di gotara xwe de dibêje: " Bawerî, di şerên Rojhilata Navîn de hêzek pir xurt a azadkirina jiyanê ye. Pêkanîna wê bawerîyê demek dirêj distîne, lê belê di demek pir kurt de jîdikare bê wendakirin. Biryara derketina ji Sûrîyê û piçûkkirina keda Kurdan a di şerê ÎŞÎDê de binê vê bawerîyê dikole û Amerîka mîsyona xwe dixe xeterê. Paşvekişandina ji Sûrîyê, têkilîyên ku demek dirêj e bi Kurdan re hene bê wate dibe û weke ku armanca Amerîkayê tenê stendina petrolê be behskirina petrolê wê binê bawerîyên pêşerojê jî bikole. Bi vê siyasetê endamên artêşa Amerîkayê wê di peydakirina hevkarên herêmî û pêkanîna bawerîyê de pir zehmetîyan bikşînin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin