Amerîkayê cihê baregehên xwe yên li Iraqê guherand

Amerîkayê cihê baregehên xwe yên li Iraqê guherand

PeyamaKurd – Wezareta Bergiriya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ji bo rêgiriyekê li hember êrîşên moşekî yên Îranê wan cihê baregehên hêzên Amerîka yên li Iraqê guherandine.

Cîgirê Wezîrê Bergiriya Amerîkayê Jonathan Hoffman nûçeyên guhertina cihê baregehên li Iraqê piştrast kir û ragihand, “Hefteya borî ji bo bihêzkirina hêzên me û veguheztina cihê biewletir min hemle pêk anîn.”

Hoffman herwiha da zanîn ku ji bo erkên perwerdekirinê û têkoşîna dijî terora DAIŞê, fermandarên qadê biryara cihê bicihkirina hêzan didin ku biryara herî baş ew didin.

Li ser plana li Sûriyê ya hêzên Amerîkî jî Hoffman got, "Armanca me neguherî ye, di çarçoveya lawazkirina DAIŞê de operasyonên me berdewam dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin