Wê Amerîka 144 milyon dolar alîkarî bide Afganistanê

Wê Amerîka 144 milyon dolar alîkarî bide Afganistanê

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku wê Amerîka bi qasî 144 milyon dolaran alîkariyê bide Afganistanê.

Blinken da zanîn ku wê ew alîkarîya mirovî di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) bê dayîn ku piştî lêkolînên ewlekariyê bi rêya rêxistinên sivîl rasterast bê belavkirin.

Herwiha Blinken diyar kir, “Ji bo zelal be dibêjim ku wê ev alîkariya mirovî di sûda gelê Afganistanê de be. Em ê ji sozên ku me daye berpirs bin, lê ne ji yên Talîbanê.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, bi taybet piştî Tevgera Talîbanê dest daniye ser rêveberiya Afganistanê krîzeke kûr a aborî çêbûye û rêveberiya Talîbanê jî hê ji aliyê civaka navdewletî ve bi fermî nehatiye naskirin tevî ku dîyalog têne kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin