Almanya: Heger hêzên biyanî vekisin wê DAIS bihêz bibe

Almanya: Heger hêzên biyanî vekisin wê DAIS bihêz bibe

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand, heger hêzên biyanî ji Iraqê vekişin, dê DAIŞ li Iraqê bihêz bibe û hişyarî da ku DAIŞ ne tenê li ser Iraqê li ser tevahiya herêmê û Ewropayê jî metirsî ye.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas li ser biryara parlamena Iraqê ya derxistina hêzên biyanî got, pêwîst e destkeftên şerê DAIŞê bêne parastin, ji ber wê wek Hevpeymaniya Navdewletî girîng e ew li ser erkên xwe li Iraqê berdewam bin.

Maas anî ziman ku ew niha bi Hikûmeta Iraqê re di guftûgoyan de ne, ji ber ku ew dibêjin, pêwîst e hêzên navdewletî li Iraqê bimînin û girîng e bi Iraqiyan re rûbirûyî DAIŞê bibin.

Hêjayî gotinê ye, di civîna parlemana Iraqê ya 5ê Çileyê de ku biryara derxistina hêzên biyanî hatibû derxistin de, Kurd û fraksiyonên suneyan beşdarî nekiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin