Di 10 sifêrên dolmîsên Diyarbekir-Bismilê de korona derket, gundek jî xistin karantîneyê

Di 10 sifêrên dolmîsên Diyarbekir-Bismilê de korona derket, gundek jî xistin karantîneyê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi 10 ajokarên mînîbusên navbera Bismil û Diyarbekirê kar dikin de, vîrusa koronayê derketiye.

Li gorî zanyariyan piştî ku testên 10 ajakoran pozîtîf derketine, ew li nexweşxaneyan xistin bin çavdêriya bijîşkî û tîmên filyasyonê jî ji bo tesbîtkirina rêwîyan û kesên bi wan re temam kirine lêkolîn û xebat dane destpêkirin.

Herwiha li heman navçeya Bismil a Diyarbekirê bi sedema bi xortekî ji leşkeriyê hatiye re korona derketiye, mezreya Meredanê hatiye karantînekirin ku çûnûhatin û derketina gund hatiye qedexekirin.

Di van rojên dawî de, li bajarên Bakurê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê her zêde dibe ku li gorî Odeya Bijîşkên Amedê li Diyarbekirê piştî Cejna Remezanê hejmarên herî zêde yên pêketiyên koronayê hatine tomarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin