PeyamaKurd – Berdevkê Artêşa Netewî ya Libyayê General Ehmed el Mismarî, piştî ku doh nûçe û îdiayên girtina Pêşmergeyekî Roj red kir îro jî ragihand ku ew kesê hatiye girtin nûnertiya Kurdan nake û kesekî ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve hatiye kirîn e.
Mismarî derbarê mijarê de wiha got:
“Gelê Kurd tim di bin zilm û dagirkeriya Tirkan de bêzar bûne. Ev gel ji bo azadiya xwe û bidestxistina mafên xwe têkoşînê dide. Ev mafê wan ê herî meşrû ye. Çawa dibe îstixbarata Tirk kesekî kurd dikire û li Libyayê dixe şer. Min ev agahî ji bo kesên ji bo pere şer dikin parve kir. Bêguman ew nûnertiya Kurdan nake. Terorîst nûnertiya welatê ku jê tên nakin, ew nûnerên wan in. Li Libyayê gelek terorîstên Lîbî jî hene ku li hemberî me şer dikin. ”
Hêjayî gotinê ye, bi taybet medya nêzîkî PKKê ew kesê hatibû girtin, wekî Pêşmergeyê Roj belav kiribû û Fermandariya Giştî ya Pêşmergeyên Roj jî bi tundî red kiribû ew derdorên nûçeya derew belav kirine jî şermezar kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin