"Em ji bo muzakereyeke nû amade ne"

"Em ji bo muzakereyeke nû amade ne"

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemmed Cevad Zerîf, diyar kir ku eger helwesta Serokê Amerîkayê Donald Trump biguhere ew dikarin ji bo muzakereyê rûnên.

Zerîf der barê ambargoyên nû yên Amerîkayê û muzakereyeke din bi vî welatî re got eger helwest biguhere ew amade ne.

Zerîf herwiha anî ziman ku ji bo muzakereyê ne şert e hikûmet biguhere, feqet divê helwesta muameleyê biguhere.

Herwiha got ji bo helwest biguhere ne şert e serokekî nû were, însan mumkin e ku bi awayekî din bifikire.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin