PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê Geir Pedersen ji bo danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê û xebatên komîteya destûrê çû Şamê û bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualîm re civiya.
Ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê rahihand ku her du aliyan gotûbêj li ser xebatên komîteya destûrê kirine û girîngiya serkeftina karê komîteyê tekez kirine.
Di heman demê de, her du aliyan destnîşan kiriye ku divê her du alî pabendiyê bi tedbîrên li ser lihevkirine bikin, nexasim ku nabe aliyên derve destwerdana karê komîteyê bikin û nexşeyên ku ji derve ve têne ferzkirin, neyên danîn.
Geir Pedersen danûstandinên xwe yên bo diyarkirina dema gera çaremîn a civîna komîteya destûra nû ya Sûriyê wê berdewam bike ku gera sêyemîn 24ê Tebaxa borî li Cenevê pêk hatibû û hîn tarîx ji bo gera çarem a civînên xebata komîteyê nehatiye diyarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin