Sam pêwendiyên xwe bi YPG ê re da rawestandin

Sam pêwendiyên xwe bi YPG ê re da rawestandin

PeyamaKurd- Hevdîtinên ku di navbera Şamê û YPG ê de bi sedema îdareya deverên ku di bin destê YPG ê de ne û tevlîbûna YPG ê weka beşeka nav artêşa Sûriyê destpêkiribûn, rawestiyan. Wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd Muallim sedema rawestandina hevdîtinan nîşan da ku siyaseta YPG ê her dem diguhire û bo wê jî diyaloga bi YPG re dane rawestandin.

Muallim peyam da televizyona Russia Today (RT) û ragihand ku raste şefê baregeha ewlekariyê ya Sûriyê Ali Memlûk demekî berê seredana Qamîşloyê kiriye û jê agahiyên tedbîrên ewlehiyê yên herêmê û amadekariyên leşkerî de agahiyan sitendiye. Muallim weha got:

“Lê hevdîtinên di navbera me û YPG ê bi sedema pêlên di têkiliyên navbera YPG û Amerîkayê de, negiha asta ku me dixwest. Ji ber Amerîka rojekî dibêje wê ji YPG ê rizgar bibin û rojeka dinê dibêje wê jê rizgar nebin. Bo vê sedemê diyaloga bi YPG ê hat rawestandin. Di siyaseta YPG ê de îstîqrar tine ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin