Hemwelatiyekî bajarê Sino yê di xwepêsandanan da birîndar bibû can da

Hemwelatiyekî bajarê Sino yê di xwepêsandanan da birîndar bibû can da

PeyamaKurd – Hemwelatiyekî bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ku di xwepêşandanên li hember kuştina keça Kurd Jîna Emînî de birîndar bibû, li nexwaşxaneyeke bajarê Urmiyê can da.

Saziya Mafên Mirova ya Hengawê diyar kir: “Hemwelatiyê bajarê Şino yê bi navê Ebdulselam Qadir Gelwan ku wek Ebdulselam Gelwanî tê nasîn, di xwepêşandanên Kurdistanê yên li bajarê Şino birîndar bibû û li ew şandibûn nexwaşxaneyeke bajarê Urmiyê. Îro 26.09.2022yê ji ber birîna wî giran bû can da.”

Heman çavkaniyê diyar kir, Ebdulselam Qadir Gelwan roja 21.09.2022yê di xwepêşandan û nerazîbûnên sivîl ên xelkê Kurdistanê yên li bajarê Şino bi guleya hêzên çekdarên Îranê birîndar bibû û heman şevê ji bo nexwaşxaneya Xumeynî ya li bajarê Urmiyê hatibû veguhestin û îro can da.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 21.09.2022yan li bajarê Şino 3 ciwanên Kurd ên bi navê Emîn Meirefet ê temen 16 salî, Mîlan Heqîqî yê temen 21 salî û Sedredîn Lêtanî yê temen 27 salî di xwepêşandanan de bi guleyên hêzên Îranê can dabûn.

Saziya Hengawê eşkere kir, herî kêm meytê 5 hemwelatiyan li sardxaneya nexwaşxaneya bajarê Şino ne û 5 hemwelatiyên din jî bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve birîndar bûn û ji ber birînên wan jî giranin ji nexwaşxaneya navendî ya parêzgeha Urmiyê re hatine veguhestin û rewşa tenduristiya wan jî ne di cih de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin