Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Almanya li Iraqê Ole Diehl re civiya

Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Almanya li Iraqê Ole Diehl re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Balyozê Almanya li Iraqê Ole Diehl ê ku erka wî bi dawî dibe re civiya.

Serok Nêçîrvan Barzanî di civînê de spasî û destxweşî li Balyozê Almanyayê kir ji bo kar û hewlên wî yên bi navê pêşxistina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Almanyayê û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû de xwest.

Herwiha Balyozê Almanya spasî û pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hemahengiya aliyên pêwendîdarên Herêma Kurdistanê li gel Balyozxaneya Almanya û erkên wî da dûpat kir û hêvî xwest pêwendî û alîkarî û hevbeşiya welatê wî li gel Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetir ber bi pêşve biçin.

Rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî, azadî û mafên mirovan, hilbijartinên paşerojê yên Iraqê, rûbirûbûna terorê û gefên DAIŞê û çend babetên din ê girîng û hevbeş, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin