PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku bi wergirtina koçberan re herêma Kurdistanê berpirsiyareke mezin girtiye ser xwe ku gelek kes ji ber hebûna aramiyê berê xwe didin Kurdistanê.
Serokwezîr Barzanî beşdariya rûniştina duyem a Forûma Aştî û Ewlekarî li Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê hat lidarxistin kir.
Mesrûr Barzanî got, “Bêguman pirsgirêkên mirovî ji ber pirsgirêkên din derdikevin holê. Pirsgirêka herî mezin ya ewlekariyê ye. Ji ber terorê, paqijiya etnîkî, cudahiyên siyasî û krîza aborî mirov neçar man terka herêmên xwe bikin. Em dibînin ku gelek mirov tên Kurdistanê, lewra ev der gelekî bi îstiqrartir e.”
Di berdewamê de Barzanî diyar kir ku berpirsiyarî û barekî giran ketiye ser milê wan ku ew koçberan vedihewînin û li wan xwedî derdikevin.
Serokwezîr Barzanî bibîrxist ku yek milyon û nîv koçber di maweya çend salên dawî de li Herêma Kurdistanê ne û herî dawî jî 60 hezar koçberên din hatine.
Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de li ser barê giran ê koçberan û çareserkirina rewşê wiha got:
"Ji bo ew pirs bi tevahî bidawî bibe, divê tiliya xwe danin ser bingeha pirsgirêkan. Ji bo çi xelk navçeyên xwe dihêlin û direvin. Bawer im dema bi awayekî giştî binêrin, dibînin ku herêm bi tevahî di pirsgirêkan de ye. piraniya xelkê dema navçeyên xwe dihêlin, ji ber ku hest bi aramiyê li navçeya xwe nakin û ne parastî ne. Ev berpirsatiyeke mezin e ji Herêma Kurdistanê re û erkekî giran e."
Serokwezîr Barzanî daxwaz ji Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî kir hevkariya wan bikin û diyar kir, "Lê asta hevkariyan di wê astê de nîn e ku erkê me kêm bike. Zêdetir ji milyar û nîvek Dolar xercê salane ya wê pirsê ye. Herwiha çareserî heye ji bo bikarin bi riya hevkariya wê xelkî bê kirin û vegerin, lê ew venagerin, heger aramî û ewlehî û cihekî parastî nebe. Ew venagerin, heger xizmetguzariyên seretayî ji dibistan, nexweşxane, kar û mûçe nebe. Bi dilniyayî piraniya xelkê li kampan dijîn, piştî şikandina DAIŞê hinan xwastin vegerin navçeyên xwe, lê dema vegeriyan dîtin, xizmetguzariya ji wan re heye, ne nîvî ya li kampan heye, ji ber wê jî vegeriyan Kurdistanê. Em daxwaz ji civaka navdewletî dikin, alîkariya me bikin, ji bo bikarin hevkariya koçberan bikin. Herwiha ji bo hebkariyê bidin bo ew vegerin cihên xwe. Herwiha erkê Hikûmeta Iraqê ye jî xizmetguzariyên pêwîst ji wan re pêşkêş bike."
'DAIŞ nehatiye jinavkirin, hê maye'
Barzanî li ser pirsa DAIŞê jî got: "Ne bawerim DAIŞ hatibe jinavbirin. Ev hizr û îdolojiyeke taybet e. Wan kontrola desthilatê li navçeyan jidest daye, lê DAIŞ wek hizr îdolojî maye. Çekdarên wan jî hene û bi hezaran li Sûriye, Iraq û navçeyê li pişta wan in. Ji bo jinavbirina DAIŞê, tenê bi riya serbazî nabe, divê rêgirî li rêç û sedemên bingehîn ên serîhildan û duristbûna DAIŞê bê kirin. Wek nimûne, li Iraq û Sûriyê dema ewlehî ne li ber dest be, teror geş dibe. Ligel wê jî hin sedemên din hene ku teror derkeve, ji wan jî şikestina siyasî, yan hikûmranî, şikestina aborî, hejarî û nebûna dadgeh dibin palpişt ji bo dirustbûna DAIŞê û komên mîlîşyayên çedkarî."
Mesrûr Barzanî got, "Ji bo terorê jinav bibin, divê li ser wan pirsgirêkan bê rawestîn û divê têgihîştin û rêkeftina siyasî di navbera aliyan de hebe, ji bo bawerî ji xelkê re vegere û hest bi nûneratiyeke rasteqîne bikin û aboriyeke wan a baş hebe û mûçe û xizmetguzarî bigihin xelkê."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin