PeyamaKurd – Banka Sberbank ku banka herî mezin a Rûsyayê ye, bi biryara 27 welatên Yekîtiya Ewropayê hat sizakirin û banka ji sîstema SWIFT hat derxistin.
Li gor ajansa AFPê diyar kir, di çarçoveya 6şem qonaxa sizayên Ewropayê bi ser Moskowê de, li Lûtkeya Brukselê 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê biryara sizadana banka herî mezin a Rûsyayê da û ew ji sîstema SWIFT bêpar kir. Bi vê yekê ew banka nikare hawaleyên navdewletî encam bide û karûbarên xwe yên bazirganiyê birêve bibe.
Hêjayî gotinê ye, Sberbank banka herî mezin a Rûsyayê ye, ku yek ji sê pişkên karûbarên darayî yên Rûsyayê kontrol dike, bi sizadana wê bankê, Rûsya bêhtir ji karûbarên darayî dûr dikeve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin