PeyamaKurd – Li Enqereyê polîsan girtin ser mala nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Hakan Yalçin û ew bi tohmeta endamê rêxistinê ye desteser kirin.
Li gor zanyariyan, polîsan serê sibê girtin ser mala nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hakan Yalçin ê li Navçeya Keçîoren a Enqereyê û ew desteser kirin.
Polîsan li mala Yalçin a li taxa Yukseltepeyê de legerîn kirin û piştî lêgerînê bi îdiaya endamê rêxistinê ye, ew desteser kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.
Li Aliyê din Endama Meclîsa Ciwanên HDPê Nevroz Gulen jî hat binçavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin