Li Wanê Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Dîndar Karatas hat desteserkirin

Li Wanê Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Dîndar Karatas hat desteserkirin

PeyamaKurd – Li Wanê Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Dîndar Karataş hat desteserkirin. 

Serê sibê polîsan girtin ser mala Rojnamegerê Ajansa Mezopotamya (MA) Dîndar Karataş û ew desteser kirin. Polîsên Tevgera Taybet di saetên serê sibê de, girtin ser mala Karataş û li malê lêgerîn kirin.

Sedema binçavkirina Karataş nehat zanîn. 

Li gor zanyariyan, Karataş di çarçoveya lêpirsina Dozgeriya Komarê ya Erziromê de hatiye binçavkirin. 

Herwiha li gor agahiyên nû yên Ajansa Mezopotamyayê, polîsan girtin ser Ofîsa Ajansa Mezopotamya û li wir dest bi lêgerînan kirin. Lêgerîn berdewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin