PeyamaKurd – Di çarçoveya bangeşeya hilbijartinan de HDPê li Diyarbekirê piştî Newrozê girseya herî mezin li Qada Îstasyonê civand.
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan di mitîngê de axivî û got “Gelê Kurd dîroka xwe ji bîr nake, gelê Kurd Sûrê, Cizîrê, Pirsûsê ji bîr nake.”
Heta dawîya mitîngê bi sed hezaran kesî beşdarî kir û ji ber cî di qadê de nema gelek kes jî li dervê li ber bariyerên polisan mitîng şopand.
Gotinên balkêş ji axaftina Demirtaş wek "Canê we yê bi qasî dengekî heye" û "Belasebeb stajê neke, em te nakin Serokkonar" ku pankart hatibûn hazirkirin, lê di ketina kontrolê de polîsan dest danî ser pankarta ciwanan. Koma jinên ku li ber Otela Prestijê jî kom bûn, bi erbane û defê meşiyan û hatin Qada Îstasyonê.
Parlamentera HDPê ya Amedê Sîbel Yigitalp di mitîngê de axivî û got: "Her dengek pir bi qîmet e. Bila ew baş zanibin ku piştî em bi ser ketin, bila zanibin ku çawa siyaset tê kirin."
Herî dawî Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan axivî û got "Diyarbekirê biryara xwe daye û ber bi desthiladariyê ve, ber bi 25ê Hezîranê ve diçe. İradeya vir aniha di girtîgehê dene, ez Selahattin Demirtaş, İdris Baluken, Çaglar Demirel, Gulten Kişanak û Firat Anli silav dikim. Hunê di 24ê Hezîranê de AKPê û Erdogan bixin binê sindoqan. 3 sal berê li vir bombe avêtin nav gel û 5 hevalên me jiyana xwe ji destdan. Lê aniha dibînin ku li cihê ku bombe teqîya gel dibe lehî û diherike qadê. Gelê Kurd diroka xwe ji bîr nake, gelê Kurd Sûrê, Cizîrê, Pirsûsê ji bîr nake."
Mitîng bi konsera hunermend Mem Ararat bi dawî bu. Piştî mitîngê bi deh hezaran kes ji qada mitîngê bi diruşmeyan dest bi meşe kirin. Piştî demek dirêj gel belav bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin