Îran: Li pist bûyeran, nêzîkî 20 welat hene!

Îran: Li pist bûyeran, nêzîkî 20 welat hene!

PeyamaKurd- Serokê Dezgeha Îstixbaratê ya Artêşa Supaya Pasdarên Îranê Serleşker Mihemed Kazimî îdia kir ku dezgehên îstixbaratê yên nêzîkî 20 welatan di organîzekirin û birêvebirina serhildanên li Îranê de xwedî roleke çalak bûne.

Mihemed Kazimî, di derbarê xwepêşandanên di navbera îlon û kanûna 2022yan de piştî ku Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqî ve hatibû desteserkirin û di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyên balkêş dan.

Kazimî îdia kir ku dezgehên îstixbaratê yên nêzîkî 20 welatan, di organîzekirin û birêvebirina xwepêşandanan de roleke çalak lîstine û got ku

"Welatên ku di xwepêşandanan de çalak in, Amerîka, Brîtanya, Îmarat, Erebîstana Siûdî, Fransa, Almanya, Kanada, Belçîka, Awusturya, Albanya, Awustralya, Îzlanda, Îtalya, Norwec, Bahreyn, Zelanda Nû û Îsraîl in.”

Piştî ku Jîna Emînî di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû, li Îranê xwepêşandan û serhildanên girseyî çêbûbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin