Parêzgariya Diyarbekirê nehist HDPyî alîkariyan bidin îxtiyaran

Parêzgariya Diyarbekirê nehist HDPyî alîkariyan bidin îxtiyaran

PeyamaKurd – Hat zanîn ku rêveberiya HDPê ya Dîyarbekirê ji ber qedexeya derketina îxtiyaran bi sedema koronavîrusê xwestin alîkariyan bigihînin wan, lê bi biryara parêzgariyê hatin astengkirin û nehiştin alîkariyan belav bikin.

Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji 22ê Adarê ve bi sedema tedbîrên bo belavnebûna vîrûsa koronayê derketine derve ji kesên ku temenê wan di ser 65 saliyê de ye û nexweşiyên wan ên kronîk heye hatiye qedexekirin.

Hevseroka HDPa Peyasê ya Amedê Besîle Narîn, li ser astengkirina belavkirina alîkariyan ji aliyê polîsan ve got, doh di saetên sere sibehê de Miduriyeta Polisan a Amedê geriya û got, walîtiyê xebata wan a alîkariyê qedexe kiriye û dê destûr nedin vê xebatê.

Li gorî nûçeye Ajansa Mezopotamyayê Narîn destnîşan kir, weke hincet jî belavbûna vîrûsê nîşan dane û got: “Em alîkariya xwe bi bergirî dikin. Heta em bergiriyên xwe negirin dernakevin xebata alîkariyê. Polisan ji min re gotin ku alîkariya pêwîst hêzên ewlehiyê dikin. Di pêvajoyên wiha de divê mirov di nav piştevaniyê de be, lê di firsendê de xebatên me asteng dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin