Talîbanê Sîbîrgan a ku navenda parêzgeha Cuzcanê ye xist destê xwe

Talîbanê Sîbîrgan a ku navenda parêzgeha Cuzcanê ye xist destê xwe

PeyamaKurd – Talîbanê navenda duyem ya bi navê Şîbîrganê ku navenda parêzgeha Cuzcanê ye xist destê xwe. Ev navenda duyeme ku Talîban dixe destê xwe. Li gor ragihandina çapemeniyê navend ciyeka stratejîke.

Li ser mijarê cîgirê parêzgerê Cuzcanê Abdulqadir Maliye bo AA ya Tirkiyê ragihandiye ku 2 roje di navbera hêzên asayîşa Afxanistanê û Talîbanê şer heye û di encamê de navenda parêzgeha Cuzcanê Şîbîrganê xistine destê xwe.

Maliye, ragihandiye ku niha temamê avahiyên giştî yên dewletê di destê Talîbanê de ye û hêzên asayîşê xwe vekişandine derveyê bajêr nav balafirgehê.Her weha navçeya Cuzcanê ya bi navê Duhukê jî ketiye destê Talîbanê.

Li aliyê dinê Talîbanê ragihandiye ku li parêzgeha Cuzcanê bi temamî desthilatê xistine destê xwe û gelkî sîlih û muhîmmat jî bidest xistine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin