Roja Mafê Mirovan | ­82 ji sedê mirovan dibêjin ku maf û azadiya me tê binpêkirin

Roja Mafê Mirovan | ­82 ji sedê mirovan dibêjin ku maf û azadiya me tê binpêkirin

PeyamaKurd – Li gorî lêkolîna hevpar a şaxa Tirkiyê ya Rêxistina Lêborîna Nadewletî û MetroPOLLê, ­82 ji sedê mirovan di wê baweriyê de ne ku maf û azadiyên wan ên serekî tên binpêkirin.

Encamên lêkolîneke hevpar a Şaxa Tirkiyê ya Rêxistina Lêborîna Nadewletî û MetroPOLLê, bi navê ‘Lêkolîna Hişmendiya Mafê Mirovan li Tirkiyê’ hatin belavkirin. Lêkolîn li 28 bajarên Tirkiyê bi 2 hezar û 651 kesî re û rû bi rû hat kirin.

Li gorî wê yekê 82.1 ji sedê mirovan di wê baweriyê de ne ku maf û azadiyên wan ên serekî tên binpêkirin.

58 ji sedê wan dibêjin 'carinan' mafên me têne binpêkirin û 42 ji sedê van jî dibêjin 'gelek caran' mafên me têne binpêkirin. Bi tenê 37.3 ji sedê mirovan difikirin ku mafê xwe bikar tînin û heqê wan nayê xwarin.

82.6 ji sedên ku beşdarî lêkolînê bûne dozên demirêj ku wekî binpêkirineke mafên mirovan şîrove dikin.

43.8ê mirovan diyar dikin ku bi awayekî serbest nikarin fikrên xwe bînin zimên û 43.4 jî diyar dikin ku ew bi hêsanî nikarin fikr û ramanên xwe li ser platformên medya civakî parve bikin.

65.2 ji sedê beşdaran li ser pirsa ‘mafê mirovan çi ne’ jî gotin ‘mafê jiyanê’. Di rêza duyemîn de bi rêjeya 33.5 azadiya fikr û derbirînê û 22.1ê jî mafê darizandina adil cî girt.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin