Ji Serok Barzanî peyama sersaxiyê

Ji Serok Barzanî peyama sersaxiyê

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi sedema koça dawîyê ya Nî'metxana keça Hemeyê Ebdulrehman Axayê Silêmanî û xwişka xweda lêxweşbûpûyî, Nazdarxana Xanima xwedê jêrazî Kek Îdrîs peyameke serxweşiyê belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke zêde ve îro pênçşem 30.04.2020 xanima Nî'metxana keça Hemeyê Ebudlrehman Axayê Silêmanî û xuşka xwedê jêrazî Nazdarxana Xanima xwedê jêrazî Kek Îdrîs, fermana xwedayê mezin bi cîh gihand û koça dawî kir.

Ji bilî spasiyên minên ji bo hemû xelkê Kurdistanê, ji ber sedema belavbûna şewba Korona û pabendbûna bi rêkarên Wezareta Tendirustî û bi navê parastina selametiya welatiyan, pirseya xwedê jêrazî Nî'metxan birêve naçê. Daxwaz dikim li malên xwe her kes bi dua û xwendina Fatîhe yê pirse û hevxemiya xwe derbibrin.

Xwedayê mezin xêr û padaşta hemû aliyek bide û xwedê jêrazî jî bi bihûşta fireh şad bike.

انا للە و انا الیە راجعون

 Mesûd Barzanî
30.04.2020

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin