Çîn bi hawara Îtalyayê ve çû

Çîn bi hawara Îtalyayê ve çû

PeyamaKurd – Welatê Çînê ku yekem car vîrûsa koronaya nû Covid-19 lê belav bûye û nêzî 4 hezar kesan pê can daye û niha jî ew vîrûs hatiye kontrolkirin heta radeyekê, alîkarîya tibî ji bo bergiriyên covid-19 ji Îtalyayê re şand.

Îtalya piştî Çînê yek ji welatên herî zêde haletên vîrûsê lê peyde bûne û bêhtirî hezar kesan jî pê can dane ye.

Heyeta Çînê ya ji tîmeke pizîşkî ya 9 kesan pêk tê bi balafirekê gihîşt paytexta Îtalya Romayê ku li wî welatî bêhtirî 15 hezar kes bi vîrûsa korona tûş bûne.

Hat ragihandin ku di nav alîkariyan de, zêdetirî 30 ton alavên tibî û amûrên parastina ji vîrûsê hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin