PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê tevlî merasima vekirina muzeya Barzanî bû û got ku devera Barzan 16 car hilweşiyaye û ji nûh de ava bûye. Barzanî xîtabê mêvanan kir û got:
“Ji ber dost û hevkarên Kurdistanê hene ez gelek kêfxweşim. Barzan herî kêm 16 cara hilweşiya û ji nûh de ava bû. Em dibînin ku îro pêşde çûye û ev dilê me xweş dike.
Di mijara çareserkirina pirsgirêkên me bi Bexdayê re pêşdeçûnên baş hene. Ji deverên cuda yên dinyayê hevalên me hatine û ez bi wan kêfxweşim. Em ê sibê geryanekî xweş bikin. Dibe rêya me hinekî dirêj be û 2 siet bikêşe. Hêvî dikim ku gera me bi kêf derbas bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin