Jineke Êzîdî bi armanca dadgehkirinê ji Efrînê bo Tirkiyê hat veguhastin

Jineke Êzîdî bi armanca dadgehkirinê ji Efrînê bo Tirkiyê hat veguhastin

PeyamaKurd – Jineke Kurd a Êzîdî, ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve, bi armanca wê dadgeh bikin ji Efrînê bo Tirkiyê hat veguhastin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê diyar kir, jina Êzîdî ya 45 salî Xezal Selmo ku zêdetir ji 2 mehan ve ji aliyê koma çekdar Feyleq El-Şamê ve hatiye revandin û di heyama borî de rastî eşkenceyên hovane hatibû, berpirsên Tirkiyê ji çend rojan e, ew veguhastine Tirkiyê ji bo wê dadgeh bikin. 

Xezal Selmo ligel 10 kesên din roja 04.12.2020 ji gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê hatibû revandin û ew bi teqandina otomobîleke çekdarî ya wê komê hatibûn tometbarkirin. Çekdaran, piştî demekê ew 10 kes berdabûn û tenê Xezal Selmo hiştibûn. Li gor zanyariyên wê rêxistina mafên mirova jî, Xezal ji bo zîndanên Tirkiyê hatiye veguhastin.

Herwiha li gor zanyariyên rêxistina Êzdîna, Xezal Selmo di heyama revandina wê ji aliyê komên çekdar ve, rastî gelek eşkenceyên hovane hatibû.

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) hefteya borî di raportekê de rexne li desthilatên Tirkiyê girtibû û ew tohmetbar kiribûn ku hejmarek mezin ji welatiyan ji herêmên bakurê Sûriyê yên dagîr kirine, veguhastine Tirkiyê û dixwaze wan li gor yasayên Tirkiyê bide darizandin.

HRW dide zanîn, li gor “Rêkeftina Cenêvê ya Çaremîn” veguhastina van kesan li dijî erkên Tirkiyê ye wek dewleteke dagîrker.

Ew rêxistina çavdêrîkirina mafên mirovan daxwaz dike, “Divê rayedarên Tirkiyê veguhastin, binçavkirin û darizandina welatiyên Sûriyê li herêma dagirkirî rawestîne û divê wan hemû girtiyan vegerîna herêmên wan li Sûriyê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin