PeyamaKurd - Hevserokên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer bakirhan û Tulay Hatimogullari, ji ber gotina Seroka Giştî ya İYİ Partiyê Meral Akşenerê ya "Em berê bûbûn şahidên kuştinên siyasî, lê belê ew bi merdî bûn." bertekek tûnd nişan dan. Hevserokan gotin: "Qasidên kuştin û komkujiyan ku gundan didan valakirin, li tawanên xwe mikur tên."
Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan di daxuyaniya xwe de ji bo Akşenerê wiha got:
"Qasidên kuştin û komkujiyan ku gundan didan valakirin, li tawanên xwe mikur tên. Me dizanibû ku kuştina bi hezaran kesên kujer ne diyar en wek Mûsa Anter, Mehmet Sîncar, Muhsîn Melik, Hrant Dink û gellek kesên din ên ku em nikarin naven wan bijimêrin bi namerdî bûn. Niha hun bi xwe li xwe mikur tên. Di sedsala duyemîn a komarê de tekoşîn di navbera namerdan û tekoşerên aştiyê de ye. Rêya sêyemîn tune ye. Tekoşîna aştî û demokrasiyê, wê dawî li tarîtiya ku we afirandiye bîne."
“Em e li dijî komkujeran aştiyê li ser vî welatî serdest bikin”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari jî di daxuyaniya xwe ya bertekdayînê de wiha got:
"Ger merdbûn ev be merdbûna we serê we bixwe! Yen ku bi qetilkirina Kurd, Alewî, Ermenî, sosyalîst û rewşenbiran Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve dibin, li hember dîrok û civakê hatine riswakirin. Sincê dijminiyê jî heye lê belê nemerdiya van kesayetan li cîhanê deng veda.
Tiştê ku îro ji zimanê wan dirije, li xwe mikurhatina feraseta wan a komkujeriyê ye. Heta ku em hukmê ûjdanê xwe yê di derbarê qasid û kujeran de di hiqûkê de bidin pesendkirin, em ê di vê tekoşînê de paşve gav nehavêjin. Bi sond û peyman em ê li dijî komkujeran li vî welatî aştiyê serdest bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin