PeyamaKurd- Li bajarê Nevşehira Tirkiyê li navçeya Ürgüp ê, di çarçoveya Projeya Deşta Konyayê de, jin û zilam ji Mêrdînê diçin wê derê û jinên wê derê hînî çêkirina sabûna Mêrdînê dikin. Kursa çêwkirina sabûna Mêrdînê ji aliyê şîrketa Mardin Aselcioğlu de tê dayîn.
Jinên Ürgüp ê her roj 120 kîlo sabûn çêdikin. Sabûna Mêrdînê ji zeyta zeytûnê û pelên defneyê tê çêkirin. Rêvebirê şîrketa Mardin Aselcioğlu weha axifî:
“Li Ürgüp ê em sabûnên Mêrdînê çêdikin. Em jinan hînê pijandina sabûnê dikin. Sabûnên me ji zeyta zeytûnê û ji pelên darên defneyan çêdibe. Em sabûna tîpa set û ya tîpa Marsilyayê çêdikin. Tîpa sete di heman rojê de diçe bazarê. Tîpa nerm herî kêm 2 meh dimîne heya em dişînin bazarê. Em hefteyekî dersa xwe didin. Paşî bi jinan re dewam dikin û sabûnê çêdikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin