PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Tîrmehê roja Pêncşemê ligel Balyozê Brîtanya yê Iraqê Mike Bryson Richardson û şanda pê re civiya.
Baregeha Barzanî ragihand ku di hevdîtina Konsula Brîtanya li Hewlêrê Rosy Cave jî amade bû de, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de û hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de, rewşa navxwe ya Kurdistanê hat gotûbêjkirin û her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku ji bo parastina rewatiyê û bihêzkirina proseya demokrasiyê, pêwîst e hilbijartinên Herêma Kurdistanê bê kêş e astengî bên encamdan.
Herwiha pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya de, mijareke din a vê hevdîtinê bû û Balyozê Brîtanya tekezî li ser dostanî û hevpeymaniya di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê kir.
Serok Barzanî di axaftina xwe de ji bilî balkişandina ser pêwendiyên dûr û dirêj ên di navbera gelê Kurdistanê û Brîtanyayê de, daxwaza kûrkirina dostanî û pêwendiyên di navbera her du aliyan de anî ziman.
Balyozê Brîtanya li Iraqê Mike Bryson Richardson erkê wî li Iraqê bidawî dibe û di vê serdanê de, xatirê xwe ji Serok Barzanî xwest û Serok Barzanî jî spasiya hewl û kedên Balyozê Brîtanya kir û hêviya serkeftinê di erkê nû de jê re xwest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin