Li Urmiyê Kurdekî di avê de fetisî

Li Urmiyê Kurdekî di avê de fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Urmiyê ya rojhilatê Kurdistanê li devera Silwanayê kesekî bi navê Erdelan Bêhnimûn ji bo xwe hînik bike do ket avê û di ava barajê de fetisî.

Kesê ku di avê de fetisî yê bi navê Erdelan Bêhnimûn ji aliyê çend kesan ve cesedê wî ji avê hatiye derxistin û ji bo li ser cesed otopsiyê bikin şandine nexweşxanê.

Di van rojan de li seranserê Kurdistanê ji ber germa zêde gelek kes dikevin avê da xwe hînik bikin lê di encamê de hinek kes difetisin jî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin