PeyamaKurd – Li Anedolê li bajarê Muğlayê li navça Datçayê li peravên Sîta Uşaklarê xortê 18 salî yê bi navê Polat Esmer ji bo xwe hînik bike ket ava deryayê. Piştî xwe noqav kir car din derneket ser rûyê avê.
Li ser agahdarkirina hevalên wî, tîmên pêwendîdar çûn ciyê rûdanê, xort ji avê derxistin û birin nexweşxanê. Lê Polat Esmer li nexweşxanê can da.