Netanyahu: Min ferman da eniyên ser!

Netanyahu: Min ferman da eniyên ser!

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wî di derbarê pevçûnên ku li dijî Xezeyê berdewam dikin de ji bo Filîstînê ferman daye eniyên şer.

Benjamin Netanyahu, piştî civîna Civata Ewlehiyê ya Îsraîlê ku bi beşdariya wezîrên pêwendîdar, fermandarî û yekîneyên ewlehiyê li ser êrîşa artêşa Îsraîlê ya ser Xezeyê hat lidarxistin, daxuyaniyek da.

Netanyahu diyar kir ku "Tu terorîst bê siza namîne. Min ferman da çend eniyên şer ku li hember hegera zêdebûna rageşiyan, amade bin.”

Serokwezîrê Îsraîlê bal kişand ser kuştina 3 endamên rêveberiya Cîhada Îslamî ya li Xezeyê ya di êrîşên artêşa Îsraîlê de û got,

“Em di nav şerekî de ne. Di rojên pêş de sebir û berxwedan divê. Di vî şerî de em hemû yek in. Dibe ku rageşî zêdetir bibe û bi rojan berdewam bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin