Artêsa Rûsyayê bi mosekên Kruzê li Odessayê xist!

Artêsa Rûsyayê bi mosekên Kruzê li Odessayê xist!

PeyamaKurd Ukrayna ragihand ku di êrîşa moşekî ya Rûsyayê ya li ser Odessa de herî kêm 3 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.

Fermandariya Başûr a Hêzên Çekdar ên Ukraynayê diyar, Rûsyayê 4 moşekên krûz avêtine bajêr û 2 fuzeyên ku berê hatibûn avêtin jî beriya ku bigihêjin hedefên xwe hatin îmhakirin.

Hat ragihandin ku li navenda bajêr navendeke karsaziyê, saziyeke perwerdehiyê, komplekseke niştecihbûnê, kargehên xwarinê û dikanên li navenda bajêr zirar dîtine.

Herwiha hat eşkerekirin, di êrîşê de herî kêm 3 kes mirin, xebatên rakirina mayînan dewam dikin û dibe ku di bin xirbeyan de kes hebin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin