Êrîsî garnîzona leskerî kirin: 27 leskeran can dan

Êrîsî garnîzona leskerî kirin: 27 leskeran can dan

PeyamaKurd Li welatê Malî, êrîşî garnîzona leşkerî kirin û di encamê de, 27 leşkeran can dan, 33 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa Malî bi daxuyaniyekê eşkere kir, li herêma Mondoro ya li naverasta welat li hember garnîzoneke leşkerî bi wesayîtekî bombebarkirî ve êrîşek pêk hatiye û piştî wê êrîşa wesayîta bombebarkirî jî, di navbera leşker û terorîstan de şer û pevçûn derketiye û 27 leşkeran can dane, 33 leşker jî birîndar bûne.

Herwiha hat destnîşankirin, di bûyerê de 7 leşker jî wenda bûne û 70 terorîst jî hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya Serokomarê Malî, piştî bûyerê 3 rojan şîn hat ragihandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin