PeyamaKurd – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Kurdistanê di derbarê projeyasaya çek û zêdebûna bûyerên kuştinê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir: “Ji bo me hemûyan eşkere bûye ku çek çawa bûye sedema malwêranî û wêranbûna çendîn malbatan.”
PDKê di daxuyaniya xwe de da zanîn: “Ji bo me hemûyan eşkere ye ku çek di van çend rojên borî de çawa bûye sedema malwêranî û wêrankirina çendîn malbatan û kuşrina xelkê.”
Herwiha Fraksiyona PDKê eşkere kir: “Demek beriya niha projeyasaya çek hat Parlamentoya Kurdistanê û bû yasa, ku cîbicîkirina wê bandoreke mezin çêdike û her îro jî Birêz Serokwezîr çend biryar li ser çekan der kirin, ku bi em temamî piştevaniyê dikin û destxweşiyê lê dikin, mijara çek hewceyî helmeteke mezin a niştimanî ye û divê em hemû piştevaniya vê hewldanê bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin