PeyamaKurd – Di danasîna zebeşan ya 14em de, zebeşa giraniya wê 48 kîlo û 700 gram bû, bû yekem û xwediyê zebeşê İkram Atlı yê 72 saliye. Kesên ketin derecê, xelata pera dan wan.
Dema çinîna zebeşên Amedê hatiye û kesên zebeşên herî mezin û giran bidestxistin, ketin pêşbirka ku ji aliyê Rêvebiriya Çandiniyê û daristanan de hat organîzekirin.
Zebeşa İkram Atlı 48 Kilo û 700 gram derket û bû yekem. Xelata wî 30 hezar Tl danê. Ya duyem 48 kîlo ya Adil Aydın bû ku 25 hezar xelat danê. Ya sêyem 45 kîlo û 500 gram bû ku ya Mehmet Atlı bû û 20 hezar pere danê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin