PeyamaKurd – Serokwezîrê Gurcistanê İrakli Garibaşvili di axaftinekî xwe de ragihand ku heya niha %20ê axa Gurcistanê di bin îşxala Rûsya de ye û tevî zahmetiyan jî xebatên xwe yên ji bo pêşdebirina Gurcstanê dewam dikin. Garibaşvili weha got:
“Di sala 2008an de Rûsya êrîşê Gurcistanê kir, bi sed hezarî kesan ji ser axa wan rakir. Heya niha %20ê axa Gurcistanê di bin îşxala Rûsya de ye. Em bang li hevkarên xwe dikin da zorê bidin ser Rûsyayê ku leşkerên xwe ji ser axa me vekişîne û dagere ser muzakereyên Cenevreyê.”
Garibaşvili bang li xelkê Abaza û Osetya başûr kir ku yekalî serxwebûna xwe ragihandibûn û ji wan xwest bi hevre tevbigerin û weha dewam kir:
“Ez bang li birayên xwe yên Abhaz û Osetê dikim. Dijminê me yê hevpar li hemberê yekîtiya me dertê. Em dikarin gelek serkeftinan bi dest bînin. Bi hevre îstîqrarê bînin, veberhênanê bikin û wekî yek netewe erka xwe bikar bînin.”
Serokwezîr her weha got ku ew di pêvajoya endamtiya Yekîtiya Awrûpa de 12 xalên ku ji bo endamtiyê mane heya dawiya salê dikarin wan bicîh bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin