PeyamaKurd - Parlamentoya Kurdistanê li dijî yasayekî Parlamentoya Iraqê dozê vedike û serokê lijneya navçeyên Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê jî ragehand, bi ti awayekî ji mafê dengdêrên Kurdistanê naborin.
Serokê lijneya navçeyên Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî ragehand, bêpar kirina dengdêrên navçeyên Kurdistanî yên derveyî birêveberiya herêma Kurdistanê ji dengdana encûmana parêzgehan binpêkirinekî yasayî ya aşkera ye, ji ber bi dehan hezar dengdêr hene, ku nikarin wegerin.
Ciwan Rojbeyanî ku endamê fraksiyona PDKê ye, malpera fermî ya PDKê re ragehand, pêwîste yasaya helbijartinê ya encûmena parêzgehan careke din bê sererast kirin û ew xal bê rakirin ku behsa bêbeş kirina koçberan dike di dengdana pêş de.
Serokê lijneya navçeyên Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê diyar kir Parlamentoya Kurdistanê li dadgeha bilind a federal a Iraqê doz li dijî wê xal a yasayî ya helbijartinê vedike, ‘’Biryare parêzer serdana Bexdayê bikin ku dozê li dijî wê yasayê û em bi ti awayekî ji mafê dengdêrên xwe naborin û lê xweş nabin.’’
Li gorî yasaya hilbijartina encûmena parêzgehên Iraqê, hemû ew dengdêrên li derveyî navçeyên xwe ne, mafê wan ê beşdarbûna li helbijartinên encûmena parêzgehan tine ye, ku dê roja 20.04.2020an pêkbên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin