Biden dê li Hîrosîmayê lêborînê nexwaze

Biden dê li Hîrosîmayê lêborînê nexwaze

PeyamaKurd – Di vê dema ku Japonya serokê G7an yê demkiye, zîrwe li Japonyayê li bajarê Hîroşîmayê li dar dikeve û di derbarê lêborînê de hat gotin ku wê Biden lêborînê nexwaze. Amerîka di sala 1945an de bomba atomê avêtibû bajarên Japonya yên Hîroşîma û Nagazakiyê û bi deh hezarî kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Bende ne ku Biden bi serokên Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya û Îngîltere re seredana Muzeya Abîde ya Hîroşîmayê bikin û tevlî merasima çandina daran bibin. Muze û abîde ji bombekirina atomî ya sala 1945an ya ji aliyê Amerîkayê de, bermayiyên bombebaranê di vê muza Hîroşîmayê de tên parastin.

Di sala 2016an de dema serokê Amerîkayê Barack Obama seredana Japonyayê kiribû, ji bo bombebarana atomî lêborînê nexwestibû û niha jî wê Biden lêborînê nexwaze. Şêwirmendê ewlehiya netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan ragihand ku tevgera Biden tevlî wê dibe, ne li gorî wextê lêborînê ye û dewam kir:

“Wê serok li Parka Aştî û Abîdeyê daxwuyanî nede. Wê Biden bi lîderên din re gultacê deyne û tevlî merasimên din bibe. Lê ev ji bo Biden ne tevgerekî duqoliye. Wê Biden ji bo rêzên xwe ragihîne, wekî yek ji lîderên G7an tevlî danîna tacegulê bibe. Biden bi sedema ji bo dîrokê û hem ji bo serokwezîrê Japonyayê ji bo Fumio Kishida re rêz bigre, wê vê tevgerê bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin