PeyamaKurd – Dosyeya 4 endamên Encûmena Sendîkaya Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê ku çend roj berê hatibûn girtin, ji bo Dadgeha Merîwanê hat şandin ku bi îdiaya propagandaya dijî Îranê ji bo wan ceza tê xwestin.
Mamosteyên Kurd ên ji bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê yên bi navên; Aram Mihemedî, Tehsîn Mistefa, Sîvan Silêmanî û Aram Qadrî, roja Pêncşema borî hatibûn binçavkirin û piştre jî hatibûn girtin.
Dadgeha Giştî ya Şoreşê ji bo 4 çalakvanên Sendîkaya Mamosteyan tohmeta bi hinceta “propagandaya dijî rejîmê” doz vekir û dixwaze wan ceza bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin