Wê Talîban zilamên ku jin û keçên wan Burkayê li xwe nekin ceza bike

Wê Talîban zilamên ku jin û keçên wan Burkayê li xwe nekin ceza bike

PeyamaKurd – Rêveberiya Talîban a Afganistanê demek berê biryara Burka û çarşefa reş bo jinan derxistibû.

Li gorî zanyariyên medya Afganî li gorî biryara hatiye derxistin, wê bi sedema jinên ku Burka û çarşef li xwe nekiribin mêrên wan jî bêne cezakirin.

Di biryara Wezareta bi navê Wezareta Parastina ji Xirabatiyan û Vexwendina Başiyê ya Afganistanê hatiye ragihandin de, xwe nixumandina jinan bûye neçarê û divê hemû bedena wan jî nixumandî be.

Herwiha hatiye gotin, yên ku li gorî biryar û qaîdeyan tevnegerin jî wê zilamên wan pêşî bên hişyarîkirin û heger guh nedin hişyariyê jî wê 3 roj cezayê girtîgehê li ser wan bê sepandin.

Dîsa li gorî biryarê, heger piştî hepsa 3 rojan jinên wê malbatê li gorî rêzikên xwe nixumandinê tevnegerin, vê carê jî wê zilamê sermiyanê malê derxin pêşberî dadgehê. Lê belê hîn cezayê piştî dadgehkirinê nehatiye diyarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin