Ji ber topbarana Tirkiyê Xristiyanan gund terikandin

Ji ber topbarana Tirkiyê Xristiyanan gund terikandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku gundê Mêrgê yê Xristiyanan bi ser qeza Amîdiyê ve ye, ji ber topbarana firokeyên Tirkiyê vala dibe.

Hat ragihandin ku gundê Mêrgê yê Xristiyanan ku bi ser qeza Amîdiyê ve ye ji ber topbarana firokeyên Tirkiyê vala dibe û niha jî hejmareke kêm ji malbatan tê de mane.

Yek ji niştecihê gundê Mêrgê bi navê Endirûs Yûxene ji BasNewsê re ragihand ku, topbarana firokeyên Tirkiyê li derdora gundê me her diçe zêde dibe, tekez li ser vê yekê kir ku, heftiyek nîne ku firokeyên Tirkiyê zebî bax û bistanên gund topbaran neke, ev yeke jiyana xelkê dike metirsiyê de.

Endirûs Yûxene eşkere kir ku, êrîşên Tirkiyê li derdora gund wisa kiriye ku, em bi roj têne gund û bi şev diçine bajaran dijîn, lewma gelek malbatan bi temamî gund bicihêlane û vala kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin