PeyamaKurd- Serokê grûba karkeran ya meclisa Îranê Elî Riza Mehcûb ji malpera Asriran re axifî û got ku feqîriya mûtlaq ya li Îranê li gor sala borî du qat zêdetir bûye û derketiye %34an.
Mehcûp weha got:
"Sala borî feqîriya mûtlaq %17 bû û îsal du qat bûye û gihaye %34an.”
Mehcûb got, bi navandina Rêxistina Xebatê ya Neteweyên Hevgirtî (ILO), eger di rojê de hatina mirovekî di bin 2 dolaran de be, ew feqîrê mûtleq e. Di dewama axafitina xwe de Mehcûb weha got:
“Sala borî mehaneya herî kêm diviya 3 mîlyon tümen buya lê dema em li bihabûna îsalê dinerin, divê hêjî ev miqdar zêdetir be.”
Lİ Îranê mehaneya herî kêm niha 1 mîlyon û 114 hezar û 140 tumene ku ew jî dike 77 dolar.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin