Li Diyarbekirê teqîn çêbû

Li Diyarbekirê teqîn çêbû

PeyamaKurd – Li navçeya Kayapinar a Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê, di Sîteya Pîşesazîyê ya 3yemîn de teqînek çêbû û di encamê de, 5 kes jê giran, 10 kes birîndar bûne. 

Li gor zanyariyan li Sîteya Pîşesaziyê ya 3yemîn a ya li ser rêya Rihayê li kargeha Doguş Tornayê de teqînek dijwar çêbû û teqîn ji ber tûpê oksîjenê pêk hatiye. Ji ber dijwariya teqînê li kargehê û li derdora kargehê 5 kes jê giran 10 kes birîndar bûne. 

Herwiha piştî teqînê, ekîbên Ambulans û AFADê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndar ji nav kavilên dikanê rakirin nexweşxaneyên li bajêr. 

Hat destnîşankirin, ji ber teqînê kargeh û wesayîtên li dar derdorê jî xesarek mezin dîtin. Piştî teqînê li dikanê lêkolîn û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. 

Parêgariya Diyarbekirê jî di derbarê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û diyar kir, teqîn ji ber tûpê li kargehê pêk hatiye û 5 kes jê giran 10 kes birîndar bûne û ew rakirine nexweşxanayan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin