PeyamaKurd – Parêzerê malbata Jîna Emînî ragihandin ku li dijî kesên ku keça wan girtine gilî tomar kirine.
Li gor Salih Nîkbext ku yek ji parêzerên malbata Jîna Emînî ye ji medyaya Îranê re diyar kir, malbata Jîna Emînî gilî li dijî kesên ku keça wan girtine tomar kir.
Nîxbet eşkere kir; di yekemîn civîna dadgehê de ku do Çarşemê 28ê Îlonê de hat lidarxistin, wan daxwaz kir ku lêkolînên pêwîst û berfireh derbarê çawaniya desteserkirina Jîna, ji dema girtina wê û heta dema veguhestina wê ji bo nexweşxaneyê, bi vîdeo û wêneyan were kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin