PeyamaKurd – Parlamentarê HEDEPê yê Kocaeli Omer Faruk Gergerlioglu, piştî gefxwarinên mafyakarê Tirk ê nêzî MHPê Alaatîn Çakici, îro 15ê Mijdarê giliyê wî le dadgehê kir.
Piştî ku Gergerlîoglu li parlamentoyê derbarê nas nekirina Destûra Tirkiyê de, rexneyên tund li serokê MHPê Devlet Bahçelî girtibûn, Alaatîn Çakici tehdîd kiribû û gotibû, hişê xwe bide serê xwe karê ji xwe mezintir neke.
Gergerlîoglu îro derbarê Çakicî û çend kesên din ên gef lê xwarine û heqaret lê kirine gilînameyek pêşkeşî dadgehê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin