PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Maraşê kamyonekî ket nava qelebalixa ku goristanê ku bende bûn da miriyekî defin bikin. Di serî da 4 kes mirin û 26 kes birîndar bûn. Paşî jimara miriyan derket 5 kesan.
Tedawiya birîndarên bûyerê li nexweşxanan dewam dike. Parêzgerê Maraşê Mükerrem Ünlüer, li nexweşxana fakulta Tibê ya zankoya Kahramanmaraş Sütçü İmam, seredana birîndaran kir û ragihand ku jimara miriyan derketiye 5 kesan û birîndarên mayî ji aliyê jiyanê de ti xeterîkî wan tine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin